Rayedarekî payebilind ê DAISê radestî Iraqê hat kirin
PeyamaKurd – Lubnanê "yek ji metirsîdartirîn berpirsên rêxistina terorîst a DAIŞê" radestî Hikûmeta Iraqê kir.
Ajansa Ewlekariya Lubnanê berpirsê darayî yê DAIŞê li Sûriye û Iraqê 50 salî radestî aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal kir.
Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Îraqî li Beyrûtê Emîn Nasir ji rojnamevanan re got: "Berpirsê DAIŞê di salên dawî de gelek kiryarên terorîstî li Iraq û Sûriyê fînanse kiriye."
Hate gotin ku terorîstê navborî di heman demê de "berpirsiyarê amadekirina xwekujên DAIŞê" ye.
DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve ava bike
Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku wan di nîvê ewil a îsal de li Iraq û Sûriyeyê 137 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne û di operasyonan de gelek serkirdeyên rêxistinan hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêxistin di navbera Çile û Hezîrana 2024an de bi operasyonên li dijî DAIŞê hate têkbirin û hate gotin ku DAIŞê berpirsyariya 153 êrîşan li Iraq û Sûriyeyê di van rojên navborî de girtiye ser xwe û sala borî hejmara êrîşan duqat kiriye.
Di daxuyaniyê de nirxandina "Zêdebûna êrîşan nîşan dide ku rêxistina terorê hewl dide ji nû ve ava bike."
Hat diyarkirin ku fermandarên CENTCOMê bi hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê re ji bo têkbirina DAIŞê û nehiştina bihêzbûna DAIŞê 196 operasyon li dar xistine û di encamê de 44 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 166 kes jî hatine girtin.
Hat diyarkirin ku li Iraqê 137 operasyonên hevpar hatin kirin, 30 endamên DAIŞê hatin kuştin û 74 kes jî hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin