WSJ: Tirkiye êrîsî Rojava bike, wê Amerîka hêzên xwe vekisîne

04 October 2019 16:17 0 dîtin
WSJ: Tirkiye êrîsî Rojava bike, wê Amerîka hêzên xwe vekisîne

PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) bi zarê berpirsên Amerîkî ragihand ku heger Tirkiye ji nişka ve êrîşê Rojhilatê Firatê bike, helbet dê Amerîka hêzên xwe ji wê herêmê vekişîne.

Li gorî WSJê hejmarek berpirsên Amerîkî balê dikişînin ser ku Tirkiye amadekarîyên xwe dike bo destpêkirina operasyoneke serbazî li Rojhilatê Firatê û ev gava hanê jî metirsîyê dê çêbike li ser jiyana leşkerên Amerîkî ku li wê deverê belav bûne.

Li gor yek ji berpirsên Amerîkî ku nexwastîye navê wî eşkere bibe, heke Tirkiyê dest bi operasyonê kir wê Amerîka hêzên xwe vekşîne û got, ew ne di wê bawerîyê de ne ku Tirkiye berî operasyonê wan haydar bike.

Berpirsekî din ê Amerîkî jî ji WSJê re gotiye, çêbûna her şerekî di navbera YPG û hêzên Tirkiyê de wê egera derketina hêzên Amerîkî ji wê herêmê xurtir bike.