Hêzên Tirk û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê dewriye gerandin

12 August 2021 19:35 0 dîtin
Hêzên Tirk û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê dewriye gerandin

PeyamaKurd – Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê, îro 12ê Tebaxê li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê dewriyeyeke hevbeş a leşkerî gerandin.

Hat ragihandin ku dewriyeya hevbeş ji gundê Şirik ê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kiriye û piştî gera li gundewarên rojava, başûr û rojhilatê navçeyê bidawî bûye.

Hêzên her du aliyan piştî dawîbûna dewriyê vegeriyan cihê xwe yên destpêkê.

Hêjayî gotinê ye, dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêketfina navbera Pûtîn û Erdogan a Soçiyê de pêk tên ku mebest dûrxistina hêzên Kurd ji sînoran e.