Hêzên Rûs û Tirk dewriyeyeke din a hevbes li Rojavayê Kurdistanê gerandin

26 August 2021 15:32 0 dîtin
Hêzên Rûs û Tirk dewriyeyeke din a hevbes li Rojavayê Kurdistanê gerandin

PeyamaKurd – Polîsê Leşkerî yê rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya peymana Soçî ya 2018an de, îro 26ê Tebaxê dewrîyeyeke din a hevbeş li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê gerandin.

Dewriyeya hevbeş a bi beşdariya hêzên rûsî û tirk ji deriyê Şêrik ê sînorê Bakurê Kurdistanê ku 13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê ye dest pê kir.

Dewriyeya hevbeş li gundên Şêrik, Dilik, Qermanî, Dehir El-Ereb û Kesra geriya û paşê careke din vegeriya cihê xwe yê destpêkê.