Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojava pev çûn: Helîkopter û balafir rabûn…

26 January 2020 12:06 0 dîtin
Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojava pev çûn: Helîkopter û balafir rabûn…

PeyamaKurd – Ev demek e hêzên Amerîkî û Rûsî li herêmên Rojavayê Kurdistanê rê li ber hev digirin. Herî dawî hat ragihandin ku doh li cihekî derketina ji navçeya Til Temir ya Hesekê, di navbera hêzên Amerîka û Rûsya de pêvçnek çêbûye.

Li gorî jêderên xwecihî, wesayîtên leşkerî yên Amerîkî û yên Rûsya li cihê derketina ji navçeya Til Temirê kom bûn û pevçûnek di navbera herdu aliyan de rû da.

Hat zanîn ku piştî pevçûna li ser rêya M4 wesayîtên Rûsya berê xwe dan Qamişlo û hêzên Amerîkî jî berê xwe dan rêya bajarê Hesekê.

Piştî bûyerê bi nîv seatê 2 helîkpoterên Rûsya li esmanê Til Temirê geriyan û piştî vê jî balafirên şer ên Amerîkayê li herêmê geriyan. Li xaçeriya navçeya Til Temirê 3 erebeyên Rûsî rastî erebeyekî Amerîka hatin. Piştî rawestandina ji çend kêliyan, wesayîtên Rûsî berê xwe dan nuqteyên xwe yên li mezreya çêlekan a Til Temirê.

Beriya niha, careke din pevçûn di navbera hêzên Rûsya û Amerîka li navçeya Çelaxa rû dabû.