Rojava | Du rojan ser hev hêzên Rûsî û Amerîkî rê li ber hev girtin
PeyamaKurd - Ev du roj in li Rojavayê Kurdistanê hêzên Rûsî û Amerîkî li ser rêyên çûyînê de rastî hev tên û rê li ber hev digirin.
Doh 18ê Çile li gundekî Girkê Legê, alozî di navbera hêzên Amerîka û polîsên leşkerî yên Rûsiya de derketibû û rê nedabûn hev.
Dema ku hêzên Amerîka ji Dêrikê ber bi Girkê Legê ve diçûn û polîsên leşkerî yên Rûsiya ji Girkê Legê ber bi Dêrikê ve diçûn û li gundê Gir Qehfik yê ser bi bajarokê Girkê Legê ve gihîştibûn hev û her du alîyan rê nedan hev ku derbas bibin û ev jî bû sedema zêdetirî saetekê girtina rêya Dêrik û Girkê Legê.
Hat zanîn ku îro jî hêzên Amerîkî li gundê Xana Serê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve bi çar otomobîlên leşkerî bicih bibûn û rêbendek li ser rêya giştî danîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin