Dibe ku di dîroka Amerîka de cara yekem jinek were ser Pentagonê
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medya Amerîkî, serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden dibe ku jinekê bike wezîra berevaniya Amerîka (Pentagon) ku navê Michele Flournoy tê axaftin.
Heger Flournoy were ser Pentagonê wê bibe jina yekem di dîroka Amerîkayê de ku dibe wezîra berevaniyê.
Flournoy 59 salî ye ji salên 1990î ve di warê leşkerî û berevaniyê de xwedî pisporî ye.
Flournoy, Çînê di warê serweriya Amerîkayê ya navdewletî de wekî astengeke mezin dibîne û dibêje, Amerîka di teknolojiya leşkerî de bipaş ketiye.
Herwiha Flournoy ji bo Koreya Bakur jî ji bilî nehiştina çekên nukleerî dixwaze rejîma Jong Un dev ji çekên din jî berde.
Bo Afganistanê jî kêmkirina hêzan diparêze û dixwaze bêhtir hêzên Amerîkî li ser têkoşîna dijî terorê rawestin.
Flournoy li Amerîkayê damezrênera The Centre for New American Security (Navenda Ewlekariya Amerîkay Nû) û dezgeha lêkolînên ramyarî Westexec Advisors e.
Herwiha li gorî zanyariyan du navên din jî bo wezareta berevaniyê derbar dibin ku yek ji wan fermandarê Amerîkî Tammy Duckworthê sala 2014an li Iraqê di qezayeke helîkopterê de du lingên wî jêbûne ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin