Li Spanya hilbijartina pêswext: Pistî Franco dibe ku cara yekem rastgir bi ser bikevin...
PeyamaKurd - Li Spanyayê îro Yekşemê hilbijartin giştî yên pêşwext birêve diçin û tê çaverêkirin ratgir werin ser deshilatê.
Li gorî medya spanî Serokê Partiya Sosyalîst û Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchezê ku ji Hezîrana 2018an ve li ser deshilatê û weke “Qumarbazê Siyasî” tê binavkirin, dibe ku kursiyên xwe kêm bike û rastgir bi ser bikevin.
Serokwezîrê Spanya û namzedê Partiya Sosyalîst Pedro Sanchez daye xuyakirin ku ew dê dîsa bi ser bikevin, Partiya Gel û VOX jî dê têk biçin.
Li gorî pêşbîniyên rojnameya EL PAIS aspanî, Partiya Gel ku partiyeke Konservativ e, ligel Partiya VOX ku partiyeke rastgir e û Sanchez jê ditirse, piraniya dengan bidest naxin. Lê dibe ku ev herdu partî ji bo avakirina hikûmetê hev bigrin û bibin hêza mezin ku bikarin hikûmetê ava bikin.
Li gorî nirxandinan, heke Partiya Gel û Partiya VOX di hilbijartinê de biser bikevin û hevdu bigrin, dê cara yekem partiya rastgir piştî desthilata Fransisco Franco ya sala 1975an were ser deshilata Spanyayê.
Partiya VOX partiyeke neteweperest e û serketina wê jî dê were wateya sînordarkirina rêyên çûna koçberan û dijayetiya çalakvanên mafê jinan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin