Inad: Êrîsên vê dawiyê yên li ser baregehên leskerî yên Amerîkayê mijareke siyasî ye
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad bi daxuyaniyekê diyar ki, êrîşên vê dawiyê yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraqê, mijareke siyasî ye.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad di daxuyaniyekê de da zanîn, Iraqê êrîşên vê dawiyê yên li ser baregehên leşkerî, pêwendiya wan bi vekişîna hêzên biyanî ve nîne, lê belê mijareke siyasî ye.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê eşkere kir: “Ew baregeh di bin serperiştiya artêşa Iraqê de ne û tenê hejmarek ji şêwirmendên leşkerî yên hevpeymanan lê ne.”
Cuma Inad di berdewamiyê de tekez kir, pêwîstiya artêşa Iraqê bi hebûna şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin