Rêwaz Fayeq: Heta aliyên siyasî lihev nekin Komîsyona Hilbijartinê çalak nabe

27 March 2022 14:29 0 dîtin
Rêwaz Fayeq: Heta aliyên siyasî lihev nekin Komîsyona Hilbijartinê çalak nabe

PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand ku dema yasayî ya komîsyona serbixwe ya hilbijartinan temam bûye û divê ji nû ve bê çalak kirin.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, di panela derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de diyar kir, pirsgirêka çawaniya çalak kirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, li parlamentoyê çareser nabe.

Rêwaz Fayeq got: ‘’Aliyên siyasî nêrînên wan ên derbarê çalak kirina komîsyon û yasaya hilbijartinê de cuda ne. Lewra ji ber cudabûna nêrînan li ser çalak kirina komîsyon û awayê hilbijartinê li Parlamentoyê nayê çareser kirin. Ji ber derveyî rehendên yasayî, rehendên siyasî jî heye û pêwîstiya wê bi rêkeftina aliyên siyasî û her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê heye.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarek derxistibu û dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wekî 1ê Cotmeha 2022yan diyar kiribû.

Piştî wê biryarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji komîsyon û aliyên pêwendîdar kiriye ku amadekariyê ji bo birêveçûna hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bikin.