Rêwaz Fayeq: Metirsiyên mezin li ser destkeftiyên me yên siyasî û destûrî hene
PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq peyamek bi boneya salvegera teqînên 1ê Sibatê belav kir û ragihand, "Gef û metirsiyên zêde li ser destkeftiyên me hene.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, di peyama xwe de ragihand, vî karê li dijî mirovahiyê bo hemû cîhanê selmand ku ew ji tarîkistanê hatin û li dijî jiyandostî û aramiyê ne.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, herwiha di peyama xwe de behsa gef û metirsiyan kir û ragihand, “Em bi pêwîstî dizanin wê rastiyê dûpat bikin ku gef û metirsiyên zêde li ser destkeftiyên siyasî û mafê me yên destûrî hene û berjewendiyên giştî yên me ji me dixwazin ku her tim yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê biparêzin û kûrtir bikin.”
Seroka Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “16 sal berî niha, îro, roja 1ê Sibata 2004an, di karesatekî diltezîn û xwînavî de, bi planekî destê tarî yê terorîstan, gelê me û xelkê xweragir ê bajarê Hewlêrê, li nav herdu melbendên 3 ya YNKê û liqa 2 ya PDKê, rûbirûyê du êrişên terorîstî yên xwekujî bûn.”
Di peyama xwe de Rêwaz Fayeq, amaje bi roja encamdana wan êrişan ku di yekem roja cejna Qurbanê de hatin kirin û şehîdbûna bi dehan kesan kiriye di wan êrişan de û ragihandiye, “Vî karê li dijî mirovahiyê bo hemû cîhanê selmandiye ku ew ji tarîkistanê hatin û li dijî jiyandostî û aramiyê ne, lêbelê xweşbextane bi saya yekrêzî û lixweborîna gelê me û tebaya di navbera hêz û aliyên siyasî û hemû pêkhateyên xelkê Kurdistanê roj bi roj qewareya Herêma Kurdistanê cîgirtir û bihêztir bûye.”
Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li liqa 2 ya PDKê û melbenda 3 ya YNKê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çê bûn. Di encama wan êrişan de li herdu baregehan, 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin