Rêwaz Fayeq: Biryar bi hev re têne dayîn, di hikûmeta Kurdistanê de parçebûn tune ye
PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq derbarê biryar û karên hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, hemû biryar bi hev re têne dayîn û di nav hikûmetê de dabeşbûn tine ye, dibe em li Parlamentoyê dabeş bin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq, di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, derbarê pêkhate û biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve berpirsyartiya xwe wek hev e û pêkve biryarê didin, biryarên baş ên hemû hêzan e û ew biryar jî dibe bi dilê me û bi dilê xelkê nebin û pêwendiya xwe bi rewşê ve hebe û biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê ne.”
Seroka Parlamentoya Kurdistanê bal kişand ser ser, “Ew (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) di nav xwe de parçe nebûne, wekî ku em li Parlamentoya Kurdistanê dabeş bûne.”
Seroka Parlamentoya Kurdistanê ev daxuyanî, piştî hewldanên beşek ji Parlamenterên YNKê û taximeke nav wê ku dixwazin xwe wekî opozîsyona nav hikûmetê nîşan bidin daye û ew alî gotinên tund û nerast li dijî hikûmetê dikin.
Ev daxuyaniya Rêwaz Fayeq ku bi xwe ji pişka YNKê Seroka Parlamentoyê ye, wekî şikestina wan hewldanên wê taxima nav YNKê tê nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin