Li navça Gêncê ji ber nexwesîna Sabê, biryara karantîna 21 rojan hat dayîn

03 February 2025 21:34 0 dîtin
Li navça Gêncê ji ber nexwesîna Sabê, biryara karantîna 21 rojan hat dayîn

PeyamaKurd – Li navça Dara Hênê (Genç) ji ber nexweşîna ajalan ya Şabê hat tesbîtkirin, dest bi karantina 21 rojan kirin. Rêvebiriya çandiniyê û Daristanê ya bajêr ragihand ku ji bo ber li nexweşîna heywanan ya Şabê bigrin, ji bo 21 rojan çûnûhatina heywanan ya bajêr dane rawestandin û karê deqandina wan dewam dike. Rêvebiriya çandiniyê û Daristanê weha got:

“Di 31.01.2025an de li navça Gencê nexweşîna Şabê hat tesbîtkirin. Di heman rojê de veterînerên me nûmûneyan sitendine û şandina Ankara Enstituya Şabê. Piştî encam ji Enstituyê hatiye, tesbît bûye ku tîpa Şabê ‘0’ ye. Piştî tesbîtê temamê tedbîran bi dezgeyên din re hatine sitendin…Heywanên bi nexweşîna Şabê ketine wê 21 roj di karantînayê de bimînin. Eger nîşaneyên nexweşînê dewam nekin, wê heywan serbest bên berdan da bikevin nav heywanên din…”