Ji ber nexwesîna sabê navça Pertekê 30 roj dê di karantînayê de bimîne

30 January 2025 22:07 0 dîtin
Ji ber nexwesîna sabê navça Pertekê 30 roj dê di karantînayê de bimîne

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navça Pertekê di 2 gundan de, di 112 mî û 2 berxan de, nexweşîna şabê tesbît kirin. Ji rûdiyên heywanan nûmûne sitendin û wan şandin tehlîlê. Qeymeqamiya navça Pertekê biryarê da ku navça Pertekê 30 roj bixin bin karantînayê.

Biryara karantînayê ji aliyê komisyona zabita tenduristiya heywan de hat dayîn. Li gor biryara komîsyonê; wê navçe 30 roj di karantînayê de bimîne.

Hem wê di nav 30 rojan de, heywanên ji navçê dernên derveyê navçê û ji dervejî heywan nekevin nav bajêr an gundên navçê.