Dadgeha Tirkiyê biryara astengkirina 136 malper û hesabên înternetê da
PeyamaKurd - Dadgeriya Sulh Cezayê ya 3yemîn a Enqereyê, bi nivîsa 16e Tîrmehê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan di heman rojê de malpera bianet, gazete fersude, ETHA û hesabê tiwitter ê parlamentara HDPê ya Stenbolê Oya Ersoy jî di nav de, biryara astengkirina 136 navnîşanên înternetê da.
Li gorî nivîsa dadgeriya Enqerê ya 16e Tîrmehê ya bi daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan di heman rojê de malpera bianetê ku bi fonda Yekîtiya Ewropayê weşanê dike jî di nav de 136 navnîşanên înternetê hatin astengkirin.
Di nav navnîşanên URL yên portalên nûçeyan yên hatine astengkirin de malperên Facebook, Instagram, Twitter, Youtube, Pinterest û bianet.org. jî hene.
Di nûçeya bianetê ya li ser biryarê de hatiye gotin, ti sedemek nehatiye diyarkirin ku ji bo kîjan nûçeyan bianet bi timî hatiye astengkirin. Parêzera bianetê Meriç Eyuboglu îtiraz li biryarê kiriye û gotiye, wan serî li Dadgeha Bilind a Destûrê daye û diyar kiriye ku bi vê sansurê azadiya çapemeniyê hatiye îhlalkirin.
Piştî vê biryara dadgehê daxuyaniyên nerazîbûnê ji aliyê sazî û rêxistinên rojnamevanî û mafên derbirinê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin