Dadgeha Tirkiyê biryara astengkirina malperên Dengê Amerîka û Deutsche Welle da
PeyamaKurd – Dadgeha Tirkiyê biryara astengkirinê ji bo malperên nûçeyan ên Dengê Amerîka (Amerikan'in Sesi) û Deutsche Welle (DW) li Tirkiyê da.
Li gor zanyariyan, her du malper bi biryara 1emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hatine astengkirin.
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya Tirkiyê 9ê Sibatê diyar kiribû, ji bo wergirtina lîsansê 3 roj dem daye Dengê Amerîka, DW Tirkî û Ewuronews Tirkî û gotibû, eger ev her sê malper lîsansê wernegirin wê bên astengkirin.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Li ser daxwaza Serokatiya RTUKê DW Tirkî û Dengê Amerîka ku ji bo lîsansê serlêdan nekiribûn, ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Enqereyê ve hat astengkirin. A ji we re azadiya çapemeniyê û demokrasiya pêşketî!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin