Soran Omer bi tundî êrîsî Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq kir
PeyamaKurd - Endamê fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê, yê ku ji Parlamentoya Kurdsitanê hat dûrxistin Soran Omer, li ser hesabê xwe yê facebookê, êrîşî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq kir.
Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ku ji ber çar dosyayên dadgehê, fermana girtinê bo wî hatibû derxistin û ji ber wê jî dest ji kar berdabû, gotarek li ser hesabê xwe yê civakî facebookê de belav kir.
Soran Omer di gotara xwe de bi tundî êrîş bir ser Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, ew tohmetbar kir û got: ‘‘Di dema rakirina parêzbendiya min de, erka xwe ya desthilatiyê baş neanî cih.’’
Herwiha Soran Omer di berdewamiya êrîşa xwe de dibêje ‘’Seroka Parlamentoyê erka xwe ya desthilatiyê baş neanî cih, ez radestî PDKê kirim û nikarîbû pişt re serast bike.’’
Ji ber wê jî daxwaz ji YNKê dike ku zêdetir ji fraksiyona Komel hewla ragirtinê bo rakirina parêzbendiya wî kiribû ‘’Heq û hesabekî ji Seroka Parlamentoyê bistînin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin