Lezgîn: Çekdarên YPGê êrîsî Pêsmergeyan kir, em bi tundî vê sermezar dikin
PeyamaKurd - Di civîneke çapemeniyê de, Wekîlê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê hişyariyeke tund da YPGê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û ragihand: “Bila ev cara dawî be ku bûyereke wisa diqewime.”
Li Hewlêrê Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn îro di daxuyaniya xwe de diyar kir, do bi şev çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Rojavayê Kurdistanê bi rêyeke qaçax hewl dane derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di daxuyaniya xwe de diyar kir, piştî 8 çekdarên PKKê xwestine bi awayekî ne yasayî ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin û ji aliyê Pêşmerge ve rêgirî li wan hatiye kirin, 3 çekdar vegeriyane Rojava û beşek ji wan jî rijdbûne bo hatina nav Herêma Kurdistanê û Pêşmerge jî rêgirî li wan kiriye.
Lezgîn da zanîn, piştî çend saetan hêzeke YPGê ji nav Sûriyê, di saet 04:00ê serê sibehê de, êrîşî ser xaleke Pêşmerge kiriye û êrîşeke dirindane û bi çekên giran hatiye kirin û heta saetek û nîv şer berdewam kiriye û Pêşmerge neçar bûye ku xwe biparêze.
Serbest Lezgîn destnîşan kir:
“Em weke Wezareta Pêşmerge li vê derê radigihînin ku em vê bûyerê gelek şermezar dikin û bi tundî red dikin.”
Lezgîn bang li Hêzên Hevpeyman kir û got:
“Em bi navê Wezareta Pêşmerge daxwazê ji hêzên Hevpeyaman dikin, li ser vê bûyera ku şevê din rû daye, helwesta xwe diyar bikin û bi tundî şermezar bikin.”
Serbest Lezgîn diyar kir:
“Em aştîxwazin, em naxwazin şerên nû çêbibin, ew kêşe û alozî û aborî û qeyranên ku li Kurdistanê û di nav xelkê me de heye mixabin ji encama gelek faktoran çêbûye, ser van hemû kêşe û alozî û qeyranên hene, qeyraneke din jî li me zêde bibe.”
Wekîlê Wezareta Pêşmerge bersiva twîteke fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî da, ku PDK bi êrîşa ser PKKê tohmetbar kiribû û da zanîn:
‘‘Mezlûm Ebdî û hevalên wî bi gotin û nêrînên xwe azad nînin û hemû daxuyanî û arastekirina wan ji aliyê mamostayên wan ên li Qendîlê ve tê darijandin. Eger na, bixwe jî dizanin tişta li Amêdî û cîhên din pêk hatiye çi ye û berdewam çekdarên PKKê êrîş kirine ser xalên Pêşmerge. Em hemû rêz li rawestgehan digrin û me qebûl kiriye ku pirsa nasnameya me bikin û herwiha ji xelkê me bikin. Lê ew hesabê bo desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê nakin, ya ku dikin jî zordariyeke mezin e û berdewam me tehemmûl kiriye.’’
Serbest Lezgîn diyar kir:
‘‘Bila Mezlûm Ebdî ji wan bipirse ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û bi salan eli kampên Kurdistanê dijîn, lê ji ber li gel nêrîna wan û nêrîna PKKê naguncên, ne ku napirsin, rêgiriyê li wan dikin û nahêlin biçin Rojavayê Kurdistanê, ji ber her kesekî wek wan nafikire ewan mirov jî nizanin.’’
<>

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin