Li Sihêla 3 çekdarên PKKê êrîsî Pêsmergeyan kir: Pêsmergeyek birîndar bû
PeyamaKurd – Li Sihêla 3 çekdarên PKKê gule bera Pêşmergeyan dan.
Li gor çavkaniyekî ji hêzên Pêşmerge diyar kiriye, do bi şev di saet 10:45 xulekan de, 3 çekdarên PKKê li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Pêşabûr, xwestin di sengerên hêzên Pêşmerge re derbas bibin, lê belê ji aliyê Pêşmerge ve rêgirî li wan hat kirin.
Herwiha da zanîn, wê komê gelek gulle berdan sengerên Pêşmerge û Pêşmergeyek birîndar bû, hêzên Pêşmerge jî bersiv dan û ew sê çekdar hatin dorpêçkirin.
Herî dawî hat eşkerekirin ku şer rawestiyaye, lê belê li aliyê Rojavayê Kurdistanê, PKKê hêzeke mezin li ser sînor kom kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin