Çekdarên PKKê li Çemankê car din êrîsî polîsê petrol û gazê kirin
PeyamaKurd - Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, çekdarên PKKê careke din li nehiya Çemankê ya bi ser parêzgeha Duhokê ve, êrîşî polîsên petrol û gazê kir.
Hat diyarkirin li heman devera Çemankê ku doh jî çekdarên PKKê êrîşî polîsên parastina petrol û gazê kiriye. Di êrîşa doh de du polîs bi sivikî birîndar bûbûn.
Hîn agahiyên zelal derbarê ziyanên wê êrîşê de nehatine bidestxistin.
Doh êrîşa bombeyî ya PKKê de ku bi ser wesayîteke hêzên Pêşmerge de li heman deverê pêk anîbû, Pêşmergeyek hatibû şehîdkirin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Herwiha hefteya borî jî PKKê boriya neftê ya navbera sînorê Bakur û Başûr teqandibû ku ew jî rojane 10 milyon dolar zirarê digihîne xelkê Herêma Kurdistanê.
Ev êrîşên PKKê ji aliyê serokatî û hikûmeta Kurdistanê ve bi tundî hatin şermezarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin