Rêveberê Çemankê: Çekdarên PKKê pêsî bombe bi Pêsmerge de teqandin pistre jî gulebaran kirin

04 November 2020 15:52 0 dîtin
Rêveberê Çemankê: Çekdarên PKKê pêsî bombe bi Pêsmerge de teqandin pistre jî gulebaran kirin

PeyamaKurd - Rêvebirê nehiya Çemankê ya bi ser navçeya Amêdiyê ve derbarê êrîşa PKKê ya li ser hêza Pêşmerge agahî dan û got, ji ber hebûna PKKê, zêdetirî 40 gundên sînorê bajarokê Çemankê vala bûne.

Rêveberê navçeya Çemankê Elend Emîr di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê êrîşa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge de ev agahî dan:

"Dema hêzên Pêşmerge hatin sengerên xwe li wê deverê, bombeyek bi karwana otomobîlên Pêşmergeyan ve teqiya. Hevdem jî çekdarên PKKê gule bi ser de barandin, Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn"

Elend Emîr diyar kir: "Ji ber wê bûyerê, tirs û xof di nava şêniyên wê deverê de dirust bû."

Rêveberê Nehiya Çemankê eşkere kir: "Hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, bûye sedem ku heta niha zêdetirî 40 gundên sînorê Çemankê vala bibin, ji ber ku ew gund ji aliyê Tirkiyê ve têne topbarankirin.”