Tirkiye: Du çekdarên PKKê li Mêrdînê hatin kustin
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku du çekdarên PKKê li Mêrdînê can xwe ji dest dane.
Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir, li dorûbera gundên bajarokê Kerboranê yê ser bi Mêrdînê ve, hêzên ewlehiyê bi gûmana ku du çekdarên PKKê tê de hene, ketine pey otomobîlekê û li dijî wan dest bi operasyonê kirine.
Wezîrê Navxwe eşkere kir, di dema operasyonê de her du çekdarên PKKê teqe li hêzên ewlehiyê kirine û di navbera wan de şer derketiye. Piştre da ku neyên girtin, wan otomobîla ku tê de bûne teqandine û her du çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.
Herwiha Alî Yerlîkaya nasnameya çekdarekî eşkere kir ku navê wî Orhan Elma yê bi nasnavê “Rodî Hayrî” ye û di Lîsteya Sor a Terorê ya Daxwazkirî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de tomarkirî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin