Tirkiye: 10 çekdarên PKKê li Singalê hatin kustin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di derbarê êrîşên çend rojên borî li ser baregehên PKKê Şingalê de diyar kir, hêzên wan 10 fermandar û çekdarên PKKê li Şingalê kuştine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li ser hesabê xwe yê tora civakî da zanîn, 10 çekdarên PKKê li Şingalê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê eşkere kir, wan bi van êrîşan, ziyaneke mezin gihandine PKKê li wê herêmê.
Di çend rojên borî de, balafirên Tirkiyê hejmarek ji baregehên PKKê li Şingalê û navçeyên derdorê bombebaran kiribûn, di encamê de jî hejmarek ji fermandar û çekdarên PKKê hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin