Çend nihêniyên PKKê yên li Singalê hatin eskerekirin

11 February 2022 14:03 0 dîtin
Çend nihêniyên PKKê yên li Singalê hatin eskerekirin

PeyamaKurd Li Şingalê, çend nihêniyên li ser êrîş û bombebaranên demên dawî yên Tirkiyê li dijî binkeyên PKKê, kar û planên çekdarên PKKê, ji aliyê çavkaniyekî nêzî sekirdeyên PKKê hatin eşkerekirin.

Li gor çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkekirin daye zanîn, di êrîşa esmanî ya van demên dawî yên Tirkiyê li dijî binke û baregehên PKKê de, hejmarek çekdarên PKKê can dane.

Herwiha destnîşan kiriye; ji bilî kuştina çekdarên PKKê, herî kêm 8–10 karkerên Ereb jî di wan bombebaranan de hatine kuştin, ku bi mebesta lêdana tunêl û veşargeh, ji aliyê çekdarên PKKê ve ji bo çiyayê Şingalê hatibûn veguhestin.