Amêdî | Çend bombe û mînên ku çekdarên PKKê li ser rê danîbûn hatin pûçkirin
PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li devera Amêdiyê, çend bombe û mînên ku çekdarên PKKê li ser rê danîbûn, pûç kirin.
Çavkaniyekî ji hêza Zêrevanî ya Pêşmerge diyar kiriye, do danê êvarê hêzên Pêşmerge dest danîn ser 30 kîlo TNT, ku çekdarên PKKê li ser rêya serekî ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê danîbûn.
Wî jêderî destnîşan kiriye, gava hêzên Pêşmerge zanîn ku çekdarên PKKê ew ê bombe danîne, zû xwe gihandin wir û pûç kirin. Ew bomb li du cihan hatibûn danîn.
Heta niha gelek caran bombe û mînên PKKê bi hêzên Pêşmerge de teqiyane û gelek jî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine pûçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin