Îsraîlê li Lubnanê çend hedefên Hizbullahê bomberan kir
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarokê Ebitron ê başûrê Lubnanê hedefên Hizbullahê bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî li aliyekî gundên bajarokê çiyayê El Betim, bajarokê Heniye û Zêqîn ên Lubnanê bombebaran kirin.
Li gorî medya Lubnanî, Îsraîlê bajarokê Ebitron û bajarokê Îta El Şeeb bi şev bombebaran kirine.
Dîsa balafirên bêmirov ên Îsraîlê otomobîlek li çiyayê El Batim ê parêzgeha Sorê, yek li ser rêya di navbera bajarokê Heniye û Zêqîn de bombebaran kir ku yek ji otomobîlan ya endamekî Hizbullahê bû.
Derbarê birîndar û kuştiyan de agahîyên zelal nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin