Lêkolînên li ser helîkoptera ku li Duhokê ketiye didomin: Yên tê de can dane çekdarên PKKê ne
PeyamaKurd - Şeva borî helîkopterek li gundê Berkiyat ê girêdayî navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê kete xwar û hemû kesên tê de jiyana xwe ji dest dan. Medyaya PKKê destpêkê ragihandibû ku helîkoptereke artêşa Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve hatiye xistin û piştre Wezareta Bergiriya Tirkiyê red kir ku ew helîkoptera wan e û ti firînên wan jî li wê herêmê tune ne.
Derbarê helîkoptera ketî de, Dije Terora Kurdistanê jî îro 16ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew bi Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî re ketine pêwendiyê û helîkopter ne ya wan e jî.
Li ser bûyerê Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî îro 16ê Adarê di civîneke rojnamevanî de got: “Helîkopterek ket û helîkopterek ji herêmê dûr ket. Hêzên ewlehiyê lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de berdewam dikin.”
Teter daye zanîn ku cureya helîkopterê hatiye ragihandin, lê heta niha nayê zanîn ya kîjan welatî ye û ti helîkopterek bi vî rengî li cem ti hêzeke Kurdî jî nîne.
Parêzgarê Duhokê herwiha diyar kir, kesên di nava helîkopterê de, çekdarên PKKê bûn, lê nayê zanîn kîjan welat dê ew bibirana kîjan welatî û niha lêkolîn li ser vê bûyerê têne kirin.
Dijeterora Kurdistanê daye xuyakirin ku piştî lêkolînên destpêkê derketiye holê ku ew helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 e û çend kesên ku tê de bûn can dane ku çekdarên PKKê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin