Enstîtuya Lêkolînên Ser: Ukrayna, ketiye qonaxa êrîsa dijber

09 June 2023 17:00 0 dîtin
Enstîtuya Lêkolînên Ser: Ukrayna, ketiye qonaxa êrîsa dijber

PeyamaKurd- Li gorî raporta Enstîtuya Lêkolînên Şer a Navneteweyî, di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de êrîşa dijber a Ukraynayê dest pê kiriye.

Di raporta Enstîtuyê de hat diyarkirin ku zêdebûneke giştî di çalakiyên leşkerî de li tevahiya eniya şer hatiye dîtin.

Hat destnîşankirin ku her çend ne hemû di nav hewildanên dijberiya Ukraynayê de bûn, lê li ser erdê, Ukrayna niha destkeftiya êrîşê bi dest xistiye.  

Di raportê de qala armanc û erkên hêzên Ukraynayê nehat kirin, lê belê hat gotin ku "Dibe ku gelek hewildan li gelek cihên cuda cuda rû bidin û operasyoneke mezin çênebe.”

Serok û fermandarê giştî yê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî roja çarşemê ragihandibû ku artêşa welatê wî li bajarê Baxmutê ku li rojhilatê welêt e, dest bi êrîşeke dijber kiriye. 

Ev bajarê ku navendeke pîşesaziyê ye, ji havîna 2022yan ve yek ji armancên pêşîn ên Rusyayê ye.