Ukraynayê red kir: Mariupol hîn jî neketiye
PeyamaKurd-Piştî daxuyaniya Rûsyayê ya ku Mariupol bi temamî desteser kiriye, ji aliyê Ukraynayê ve daxuyaniyeke redkirinê hat dayîn û hat gotin ku Mariupol hîn jî neketiye û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Bi dewamkirina pevçûnên li Mariupolê re leşkerên Rûsyayê bi saeta herêmî, saet derdora 13:00 bang li leşkerên Ukraynayê kiribûn û gotibûn ‘Yan radest bibin, yan jî hûn ê bimirin.’ Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmihal li ser mijarê gotarek da çapemeniya Amerîkayê û da zanîn ku hêzên Ukraynayê radest nebûne. Serokwezîrê Ukraynayê ragihand ji bilî Hersonê, hemû bajar di bin kontrola Ukraynayê de ne.
Şmihal li ser berxwedana hêzên Ukraynayê da zanîn ku dor li hinek bajaran hatiye girtin lê ji 900î zêdetir bajar, bajarok û gund ji dagirkeriya Rûsyayê hatine rizgarkirin. Şmihal da zanîn ku ew hîn jî şer dikin û qada wan a şer niha herêma Donbassê ye û neyeta wan tuneye ku radestê hêzên Rûs bibin. Serokwezîrê Ukraynayê da zanîn ku heger Rûsya xwe nêzîkî hevdîtinan neke, ew ê radest nebin, axa xwe neterikînin û heta bi ser bikevin ew ê şer bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin