Ukraynayê ji bo Mariupolê banga vekirina korîdora mirovî kir

22 March 2022 17:40 0 dîtin
Ukraynayê ji bo Mariupolê banga vekirina korîdora mirovî kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Ukraynayê îro 22yê Adarê, ji bo sivîlên bajarê Mariupolê ku di bin dorpêça hêzên rûsî de ne, bang li Rûsya kir.

Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk banga vekirina korîdoreke mirovî bo Mariupolê kir û got, daxwaza wan ji bo sîvîlan e.

Vereschk da zanîn ku hêzên leşkerî yên Rûsya rê li ber hewildanên alîkarîyê yên ji bo sîvîlên li Khersonê digirin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha bi hezaran sivîlên Ukraynayê bûne armanca êrîşên bombeyî ku li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 100 sivîl di şer de hatine kuştin.