Peymana vekirina korîdora zadê Ukraynayê li Stenbolê hat îmze kirin

22 July 2022 18:46 0 dîtin
Peymana vekirina korîdora zadê Ukraynayê li Stenbolê hat îmze kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi beşdariya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peymana vekirina korîdora hinardekirina zadê Ukraynayê bo cîhanê hat îmze kirin.

Di îmzekirina peymanê de, şandên Rûsya û Ukraynayê jî cî girtin.

Guterres piştî îmzekirina peymanê got: "Spasiya hemû kesên bûne sedema vê peymanê dikim. Bi saya nêzîkatiya bi israr a serokomar Recep Tayyip Erdogan ev yek pêk hat.”

Guterres ji şandên Rûsya û Ukraynayê re jî got, “Xîtabî we dikim, we rêya hewldaneke wiha vekir. Ji bo mirovahiyê sûda wê gelekî girîng e. Ev peyman ji bo cîhanê tê îmzekirin. Bihayên xurekan li cîhanê gihîştiye asta rekorê. Ev dê ji bo welatên pêş dikevin, bibe derfetek.”

Hêjayî gotinê ye, li gorî peymana hinardekirina zadê Ukraynayê bo bazarên cîhanê, Rûsya wê astengiyan li benderan dernexe û bi ser Derya Reş de keştiyên zadê derbasî welatên cîhanê bibin.