Amerîkayê pêswazî li peymana veguhestina zadê Ukraynayê kir
PeyamaKurd – Piştî îmzekirina peymana veguhestina zadê Ukraynayê bo cîhanê li Stenbolê, rêveberiya Amerîkayê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji ber xebatên wan pîrozbahî li Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got: "Em vê peymanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji ber vê xebata hûrbînî pîroz dikin. Em hewldanên hevbeşên xwe yên Tirk jî pîroz dikin.”
Price herwiha diyar kir ku dê ev peyman ne tenê ji bo Amerîkayê sûdewar be, herwiha ji aliyê welatên G-20an ve piştevaniya wê tê kirin.
Berdevkê Wezareta Amerîka di axaftina xwe de, Rûsya jî bi wekî çek bikaranîna berhemên xwarinê tawanbar kir û got, heger blokajê li ser veguhestina xurekan bike, divê berpirs were dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin