Putin ji bo vekirina ‘Korîdora Dexlê’ îsaret da

19 July 2023 23:59 0 dîtin
Putin ji bo vekirina ‘Korîdora Dexlê’ îsaret da

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê li ser vekirina Korîdora Dexlê îşaret da û got.

“Eger temamê şertan bicîh bînin em ê yekser dagerin ser peymanê.”

Putin li ser dawîhatiya peymana Korîdora Dexlê di civîna hukumeta xwe de tîşkê xist ser mijarê û got ku welatên Rojavayî nehiştin ku bê pere gubrê bidin welatên feqîr yên muhtac.

Putin, her weha got ku şertên peymanê beşa ku li ser Rûsya ye neanîne cîh û eger qebûl bikin wê peymanê bixin rê.