Wê vê hefteyê li ser ‘korîdora dexlê’ Tirkiye û Moskova hevdîtin bikin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ji baregeha Sergey Lavrov îro daxwuyanî da û got ku dê vê hefteyê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtin bikin û li ser rêyên alternatif biaxifin. Li gor Rûsyayê; bi desteka fînansa Qatarê wê di bihayê dexlê de kêmkirin bikin û milyonekî dexl bidin Tirkiyê. Ew dexl wê li Tirkiyê ji hev bê veqetandin û bidin welatên ku pêdiviya wan bi dexl heye. Ev tenê pêşniyarekiye. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin:
“Em difikirin ku ev alternatif ya herî başe ji bo peymana dexlê.”
Rûsya di vê meha dawiyê de çend caran êrîş bir ser lîmanên Ûkraynayê û depoyên dexlê.
Rûsya ragihand ku peyman ji bo welatên pêdiviya wan bi dexlê heye ku di serê wan welatan de welatên Afrîkayê hene, îmze kiribû lê herî kêm welatên navborî jê fêde dîtin.
Moskova her weha got ku welatên Rojava bi sedema dorpêçên ser Rûsyayê nehiştine ku gubre û dexla Rûsyayê îxrac bibe.
Bende ne ku wezîrê karênd erve yê Tirkiyê Hakan Fidan rojên pêncşem û îniya bê, li Moskovayê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin