Serok Barzanî pêswazî li Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî Dr. Feryad Fazil kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Çile roja Yekşemê, pêşwazîya mamostayê ziman, wêje û dîroka Kurdî û damezrîner û Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de, ji bo wergirtina wî ya Xelata Lêhatûyî ji aliyê Serokomarê Almanyayê ve pîrozbahî li Dr. Feryad Fazil kir.
Serok Barzanî diyar kir, ji bo hewl û westiyabûna nivîsîna wan berhemên zanistî ku roleke wan a girîng di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de heye spasiya Dr. Feryad kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê re xwest.
Dr. Feryad Fazil jî spasiya piştgîriya Serok Barzanî kir û got, ew xelata wergirtiye, pêşkêşî gelê Kurd dike û daxwaz kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêdetir bide ziman û wejeya Kurdî û wan biparêze û bi pêş bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin