‘Heger PKK êrîsî Pêsmerge bike em ê bi tundî bersiva wê bidin’

25 July 2021 09:58 0 dîtin
‘Heger PKK êrîsî Pêsmerge bike em ê bi tundî bersiva wê bidin’

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Emînkî li ser êrîşa herî dawî ya çekdarên PKKê ku li Amêdiyê careke din gule berdabûn ser hêzên Pêşmerge ragihand ku ew ê bi tundî bersiva her êrîşeke PKKê bidin.

Fermandarê Giştî yê Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî di bernameya K24ê de eşkere kir di heyama borî de çekdarên PKKê çend caran kiryarên terorîstî dijî Pêşmerge encam dane û ji ber wan kiryaran Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.

Ferîq Cemal Emînkî da zanîn, şehîdbûn û birîndarbûna Pêşmergeyan diyar dike ku PKK bernameya wê heye ji bo êrîşan û wê bi berdewamî êrîşên xwe pêk bîne û got, PKK bûye sedema valabûna 300 gundî li herêma Zaxo heta Balekayetî û sedema serekî ye ya hatina artêşa Tirkiyê ji bo nava xaka Herêma Kurdistanê.

Herwiha Ferîq Cemal Emînkî diyar kir, “Di dema damezirandina parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê PKKê dijî Herêma Kurdistanê şer daye destpêkirin û heta sala 1999an PKK li dijî Herêma Kurdistanê şer dikir û di sala 2003yan de Serok Barzanî şerê kurd- kurd mehkûm kiriye. Lê belê nabe ku PKK sûdeke xirab ji vê biryara Serok Barzanî werbigire û êrîşî Pêşmerge bike.”

Fermandarê Giştî yê Pêşmerge destnîşan kir, heger PKK êrîşî Pêşmerge û sengerên Pêşmerge bike ew dê bi tundî bersiva wê êrîşê bidin û ew dê berpirsiyariya wan kiryaran li xwe bigirin.

Derbarê vekişîna Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Iraqê de jî Ferîq Cemal Emînkî ragihand, vekişîn wê bibe sedema valahiya ewlehiyê li herêmê û zemîneyekê peyda dibe ku DAIŞ careke din serî hilde û teror li hemû herêmê belav bibe.