Parlamena Kurdistanê xistina parlamentariya Soran Omer pesend kir
PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê dest ji karkêşana parlementerê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer pesend kir.
Parlementoya Kurdistanê îro Duşemê piştî paşxistina 24 saetan civiya.
Di civînê de dest ji karvekêşana parlementerê Komela Îslamî Soran Omer bi 55 dengên “Belê” hat pesendkirin.
Beriya niha jî ji ber 4 dosyeyan û dozên lê hatibûn vekirin, parêzbendiya Soran Omer hatibû rakirin.
Piştî rakirina parêzbendiya wî, polîsê Hewlêrê fermana girtina Soran Omer da, lê ew li Silêmaniyê ma û herî dawî jî dest ji endamtiya parlementoyê kişandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin