Pêsxistina têkiliyên bi Kurdistanê re kete rojeva Parlamena Brîtanyayê
PeyamaKurd – Di rûniştina taybet a Parlamena Brîtanyayê de Wezîrê ji Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Berpirs Andrew Murrison di gotara xwe ya derbarê Rojhilata Navîn de destnîşan kir ku ew bi biryar in têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixin.
Andrew Murrison bal kişand ser pêwendiyên bihêz ên Brîtanyayê bi Herêma Kurdistanê re û got, “Dema min bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî re hevdîtin kir jî min bal kişand ser pêşxistina pêwendiyan.”
Murrison da zanîn ku Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê budçeyeke 16 milyon poundan terxan kiriye û diyar kir ku dê ew budçe beşek jî ji bo herêma Kurdistanê beşek jî ji bo çaksaziyên Iraqê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin