Felah Hesen: Herêma Kurdistanê roleke girîng di pêsxistina civaka sivîl de dilîze
PeyamaKurd – Berpirsê Ofîsa Rêxistinên Sivîl Felah Hesen ragihand ku Herêma Kurdistanê weke herêmeke aram û pêşketî roleke girîng di pêşxistina çalakiyên civaka sivîl de heye.
Felah Hesen roja Çarşemê 13.11.2024 bi 10 rêxistinên sivîl ên Kurdistanê re civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Rêxistinên Sivîl ên Herêma Kurdistanê, Felah Hesen ragihandiye ku xizmetkirina Kurdistanê erkê wan yê sereke ye û li ser mijara bihêzkirina rola civaka sivîl gotûbêj kirine.
Serokê Ofîsa Rêxistinên Sivîl bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê weke herêmeke aram û pêşketî roleke girîng di pêşxistina çalakiyên civaka sivîl de heye û got: “Bi saya ezmûna xwe ya demokratîk, Herêma Kurdistanê bûye nimûneyeke serkeftî di warê pêşxistina civaka sivîl û piştevaniya çalakiyên sivîl û xizmetkirina civakê li hemû warên herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin