Parlamena Kurdistanê parêzbendiya parlamentarê Komela Îslamî Soran Omer rakir
PeyamaKurd – Parlamena Kurdistanê di rûniştina îro 7ê Gulanê de, ji bo rakirina parêzbendiya 4 parlamentaran deng da. Parlemena Kurdistanê li ser daxwaza Serdozgeriya Giştî, bi piraniya dengan parêzbendiya Soran Omer rakir.
Parlamentarê Komeleya Îslamî Soran Omer, tohmet û tawanbariyên bêbingeh li Serokwezîr Mesrur Barzanî kiribûn û îdia kiribû ku bi rêya kompaniyên xwe gendelî kiriye.
Cîgirê Seroka Parlamena Kurdistanê Hêmin Hewramî derbarê îdiayên Soran Omer de got ku rakirina parêzbendiya wî ne tenê bi sedema îdia û tawanbariyên wî yên bo Mesrur Barzanî ye.
Di civîna Parlemana Kurdistanê de, dengdana li ser rakirina 4 parlamentarên fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê hat kirin.
Di Parlamenê de 58 parlamenter amade bûn û bi dengên 57 perlamenteran, parêzbendiyae ndamê fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer hate rakirin.
Herwiha rakirina parêzbendiyên Umêd Xoşnaw, Elî Heme Salih û Şirîn Emîn jî ketin ber dengdanê, lê bi piraniya dengên parlamenteran, parêzbendiya wan her 3 parlamenterên din nehat rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin