DAISê êrîsî gundekî Xaneqînê kir, gundiyan bi tundî bersiva wan da
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kirine, lê gundiyan jî bi tundî bersiva wan dane.
Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji medya Kurdistanê re ragihandiye, şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Um Hunte yê Gulale dan ber topên hawanan, paşê bi qenasan welatî dan ber guleyan.
Mehmûd Delo got, lê xelkê gund bi tundî bersiva wan dan, ji ber wê jî şerekî giran derket ku di wî şerî de gundiyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed jî li ser wî şerî da xuyakirin, hêzên ewlehiyê ew der dorpêç kirine lê terorîstên DAIŞê piştî êrişê reviyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin