Iraq | Sedir besdarî civîna aliyên siyasî ya bi serperestiya Kazimî nebû!

17 August 2022 18:24 0 dîtin
Iraq | Sedir besdarî civîna aliyên siyasî ya bi serperestiya Kazimî nebû!

PeyamaKurd – Li ser bangewaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya doh 16ê Tebaxê, îro Çarşemê serkirdeyên aliyên siyasî yên di civîna Desteya Wezîran a Iraqê de bi seroktiya Kazimî civiyan.

Mustafa Kazimî bang li serokên hemû partiyên siyasî kiribû ku ew ‘civîneke netewî’ li dar dixe û xwestibû her partî tevlî civîna li Koşka Serokwezîrtiyê bibe.

Di civîna îro 17ê Tebaxê de, Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir beşdarî nekir û ragihand, Tevgera wan bi ti awayekî beşdarî li wê civînê nake.

Kazimî, di civîna îro ya bi aliyên siyasî re li dar xist de got, mebesta wan bi vê civînê dîtina çareseriyekê bo kêşeya siyasî ye û di çarçoveya berjwendiyên bilind ên welat de, destpêkirina dîyaloga bo çareserkirina pirsgirêkan e.