Medya Iraqê: Sedir deriyê danûstandinê bi temamî li ber aliyên siyasî girt

20 June 2022 00:06 0 dîtin
Medya Iraqê: Sedir deriyê danûstandinê bi temamî li ber aliyên siyasî girt

PeyamaKurd – Hat rgihandin ku Rêberê Tevgera Sedir a şîeyên Iraqê, Muqteda Sedir bi temamî derî ji navbeynkarên danûstandinên siyasî re daxistiye û niha bi temamî xwe ji siyasetê qut kiriye.

Li gorî ragihandina medya Iraqê ku bi zarê çavkaniyeke ji nav desteya siyasî ya Tevgera Sedir belav kiriye, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir xwe ji siyasetê qut kiriye û derî li ser navbeynkarên danûstandinên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê daxistiye.

Hatiye diyarkirin ku Tevgera Sedir pêbendî boykotkirina proseya siyasî ye û rijde li ser dest jikarkişandina kutleya parlamentoyê û ti gavekê jî paşde ji wê biryara xwe navêje.

Herwiha heman çavkaniyê daye zanîn ku wê Muqteda Sedir çend roj şûnde berê xwe bide Siûdiyê û serdana hecê bike.