Parlamentoya Kurdistanê ji bo çêkirina destûrê bang li aliyên siyasî kir
PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ji bo amadekirina projeyasaya destûra Herêma Kurdistanê fikr û nêrînên xwe pêşkeş bikin.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ragihand ku îro 4ê Gulanê desteya serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyona civiyane û di wê civînê de daxwaza fermî hate kirin ku heta roja 15ê Gulana 2021ê nêrîn û fikrên aliyên siyasî yên derbarê projeyasaya destûra herêma Kurdistanê de bigihînin parlamentoyê.
Muna Qehweçî da xuyakirin ku beşek ji sedema serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aliyên siyasî jî ji bo nêzîk kirina ramanên aliyên siyasî ye û got, “Serdan ji bo wê bû ku projeyasaya destûra herêma Kurdistanê di vê dema parlamentoyê de were pejirandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin