Hewlêr | Parlamentoya Kurdistanê êrîsa terorîstî bi tundî sermezar kir û bangewazî kir

15 April 2021 17:01 0 dîtin
Hewlêr | Parlamentoya Kurdistanê êrîsa terorîstî bi tundî sermezar kir û bangewazî kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û bangewazî li Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bi hevkariya hêzên hevpeymanan di zûtirîn demê de êrîşkaran derxin holê.

Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, di heyama 7 mehên borî de, ev cara sêyemîn e Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rastî êrîşên terorîstî tê, ev pêşhateke cihê nîgeranî û torebûna gelê Kurdistanê û hêz û aliyan e û aliyên terorîst û deryasayî li pişt wê ne.

Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, “Divê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hêzên hevpeymanan di zûtirîn demê de êrîşkaran diyar bikin û mekanîzmayeke guncaw were dîtin da ku çavkaniya van êrîşên terorîstî ji holê bêne rakirin û hewlên cidî bidin da ku di pêşerojê de dubare nebin.”

Parlamentoya Kurdistanê bibîr xist: “Ew kiryara terorîstî ya ku di roja 14ê Nîsanê de ku 33emîn salvegera enfalkirina gelê Kurdistanê ye de hatiye kirin, wê rastiyê ji gelê me re tekez dike ku gef û metirsî li ser statuya Herêma Kurdistanê û aramî û aştiya Herêma Kurdistanê berdewam e, divê di hemberê de jî gelê me û alîyên me yekgirtî û yekrêz bin da ku bi hev re rûbirûyî hemû astengî û gefan bibin.”