Nêrînên hemû aliyên siyasî yên nivîsandina Destûrê gihîstin Parlamentoya Kurdistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku amadekariyên bo nivîsandina Destûra Bingehîn a Herêma Kurdistanê berdewam dikin û hemû fraksiyên Kurdistanê nêrînên xwe pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê kirine.
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî di vê derbarê de da xuyakirin, hemû fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê nêrîna xwe li ser nivîsandina destûra herêma Kurdistanê gihandine Parlamentoya Kurdistanê.
Qehwecî daye zanîn, hemû aliyên siyasî nêrînên cuda û hevbeş hene û hemû aliyên siyasî li gel wê yekê ne ku di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de destûr bê nivîsandin.
Sekretera Parlamentoyê herwiha eşkere kiriye ku hefteya bê desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo guftûgokirina li ser pêngavên nivîsandina destûrê wê kom bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin