Parêzgerê Hewlêrê îro bi hemû aliyên siyasî yên Hewlêrê re dicive

03 March 2021 13:31 0 dîtin
Parêzgerê Hewlêrê îro bi hemû aliyên siyasî yên Hewlêrê re dicive

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, biryar e îro bi hemû aliyên siyasî yên bajarê Hewlêrê re bicive.

Li gor zanyariyan, îro Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, dê zincîreyek serdanan bi aliyên siyasî re bike û dê bi wan re bicive.

Herwiha wê Umêd Xoşnaw di saet 11:00an de, serdana malbenda 3 ya YNKê ya li Hewlêrê û binkeyê serekî yê Tevgera Gorran bike û pişt re jî dê serdana aliyên din bike.

Armanca wan serdanan bo piştgirî û nêzîkbûna hev aliyên siyasî ye ku li gel Parêzger hemahengiya wan hebe.