Parêzgerê Hewlêrê: Hemû partiyan bi qasî PDKê deng bidest nexistine
PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê diyar kir, li gor encamên dawî yên hilbijartinê, hemû partiyan bi qasî PDKê deng bidest nexistine û PDK ji nîvî zêdetir e û balansa hêz her ji aliyê PDKê de ye.
Îro 11.10.2021ê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn, li gor encamên dawî yên hilbijartinê, kursiyên YNKê û Gorran ji nîvê kursiyên PDKê kêmtir in.
Herwiha eşkere kir: ‘‘Encamên hemû partiyan kombikî, nagîhe encamên PDKê bidest xistiye, ango PDK ji nîv zêdetir e.
Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, xelkê Kurdistanê deng nedaye kesên dijûnan didin û dijatiya îradeya xelkê Kurdistanê dikirin.
Xoşnaw diyar kir, eşkere bû li dijî PDKê axaftin û tohmet avakirin, tu sûdê nade, ji ber gel ceza dike û bihêzkirina hilmeta êrîşê li dijî PDKê encama wê wenda kirine.
Umêd Xoşnaw da zanîn, PDK jî wê wan encaman berçav bigre û li gor metodên Barzanî yê nemir û xwe mezin nabîne, wê xwe baştir bike û yekgirtîtir bibe û dest ji çaksaziyê bernade û li Bexdayê jî wê bihêztir berevanî li Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin