''Hemû aliyên siyasî pistevaniya xwe budçeya sala 2021ê nîsan dane''

22 December 2020 12:00 0 dîtin
''Hemû aliyên siyasî pistevaniya xwe budçeya sala 2021ê nîsan dane''

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî civîna Encûmena Wezîran û pejirandina projeyasaya budçeya sala 2021ê civîneke çapemeniyê pêk anî û got: ‘‘Hemû aliyên siyasî, piştevaniya xwe bo projeyasaya budceya sala 2021ê nîşan dane.’’

Li gor Serokwezîrê Iraqê aşkera kir: ‘‘Di budçeya sala 2021ê de destwerdan li mûçeyê wan fermanber û mûçe xoran neyê kirin, ku piraniya gelê Iraqê pêk tînin, tenê destwerdan di mûçeyê payebilindan û payeyên taybet de dê bê kirin.’’

Herwiha got: ‘‘Projeyasaya budçeya sala 2021ê danîne pêş hemû aliyên siyasî û hemûyan jî piştevaniya xwe nîşan dane.’’

Serokwezîrê Iraqê da zanîn, Hikûmeta Tirkiyê amadebûna xwe nîşan daye ku 5 milyar dolar alîkariya wan bike.