Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo Kerkûkê dicivin

15 September 2019 15:31 0 dîtin
Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo Kerkûkê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe roja duşemê dê hemû hizbên siyasî yên Herêma Kurdistanê, li ser rewşa Kerkûkê û çend mijarên din li hev bicivin.

Li gorî nûçeya BasNewsê Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihandiye ku wê roja duşemê 16ê Îlonê hemû hizbên Kurdistanê li ser rewşa Kerkûkê û çend mijarên din bicivin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji hilbijartina Îlona 2018an heta niha hizbên Herêma Kurdistanê civîneke wiha fireh çênekirine.